Nêçîrvan Barzanî li Davosê ligel Çavusoglu dicive
PeyamaKurd - Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa ragihand, ku di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Korbenda Davosê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re bicive.
Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa îro Sêşemî derbarê hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yên li Korbenda Davosê de zanyarî dan. Felah Mistefa da zanîn ku Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Korbenda Davosê de, dê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re jî bicive.
Felah Mistefa herwiha got, Nêçîrvan Barzanî herwiha dê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re jî hevdîtinê bike.
Korbenda Aborî ya Davosê îro 21ê Çileya 2020 dest pê dike û heta 24ê vê mehê berdewam dibe. Birêveçûna vê korbenda aborî ya cîhanî hevdem e li gel bîranîna 50 salî ya damezrandina korbendê.
Di Korbenda Davosê de dê di jêr navnîşana “Ji bo Cîhaneke Yekgirtî û Pêşkevtî ya Berdewam” de, gotûbêj li ser mijarên cîhanî yên taybet bi aborî, sitaset, asayiş û seqamgîriyê bê kirin.