TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî li ser ketina Helîkoptera artêsa Iraqê peyama sersaxîyê belav kir

Admin H
Nivîskar
📅 29 tîrmeh 2021 19:04

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, sersaxî ji malbatên qurbaniyên helîkoptera artêşa Iraqê re xwest ku îro danê sibehê li nêzîkî sînorê Xurmatûyê ketibû xwarê û 5 kesên tê de can dabûn.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya li ser medya civakî belav kiriye de, xemgîniya xwe bo wê bûyera ketina helîkopterê anî ziman û serxweşî da Iraqê û malbatên kesên di helîkopterê de can dane.

Nêçîrvan Barzanî ji xweda daxwaz kir ku sebr û metanetê bide malbatên qurbaniyan.

Parve bike: