Nêçîrvan Barzanî li Vatîkanê tabloya hunerî ya pêkvejiyanê diyarî Papa kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi seredanekî fermî çû Îtalyayê. Di hevdîtina bi Papa 14. Leo re, tabloya pêkvejiyanê ya ku remza li Kurdistanê piraliya dînî û çandî temsîl dike ya hunerî diyarî Papa kir.
Hunermenda Kurd ya ji Silêmaniyê Şanaz Cemal tabloyê amade kiriye, li ser xaliyekî biçûk ya Kurd hatiye nexşandin û li serê Katedrala Notre Dame hatiye çêkirin.
Barzanî, ji aliyê Papa de hat qebûl kirin û Barzanî di hevdîtinê de ragihand ku civaka Xîrîstiyanan perçeyekî eslî ji civaka Kurdistanê ye.
Şanaz Cemal, bo Rûdawê behsa çêkirina xaliyê kiriye û gotiye ku çêkirina xaliyê di 5 salan de temam bûye. Cemal her weha behsa vateya xaliyê kiriye û gotiye li ser xaliyê ji hezarî zêdetir kevirên bi qiymet, yaqût û alavên adetî yên Kurdî hene û wan bikaraniye.
Hunermend Cemal balê kişandiye ser wê yekê ku çawa Nêçîrvan Barzanî qiymetê dide huner û çandê û gotiye:
“Rêzdar serok, ji bo çanda pêkvejiyanê bi dinyayê bide nasîn, her wext hunerê wekî alavekî bikartîne û ji ber berhema min gihandiye platformekî weha bi qiymet, minnetdarê wî me.”
Bi vê tabloyê re bi temamî 6 berhemên Şanaz Cemal kitine nav envanterên muze ya Vatîkanê.