TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîra Almanyayê civiya

Admin H
Nivîskar
📅 17 mijdar 2026 13:28

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li Wezîra Federal a Hevkariya Aborî û Bipêşketinê ya Almanyayê Reem Abali Radovan û şandeya pê re kir.

Di şandeya Almanyayê de endamên parlamentoyê, berpirsên wezaretê û Karbikerê Balyozxaneya Almanyayê ya li Bexdayê cih girtin.

Di civînê de pêşxistina peywendiyên di navbera Almanya, Iraq û Herêma Kurdistanê de û xurtkirina hevkariyê di warên aborî, bipêşketin û hilberînê de hatin nirxandin. Nêçîrvan Barzanî spasiya piştgiriya domdar a Almanyayê kir û bal kişand ser daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo berfirehkirina van peywendiyan.

Ji aliyê xwe ve, Wezîr Radovanê pabendbûna welatê xwe bi berdewamiya piştgiriya aborî û aramiyê tekez kir.

Her wiha di beşeke din a civînê de ku Konsulê Giştî yê Almanyayê jî amade bû, rewşa Kurdên Êzidî û pêşhatên dawî yên herêmê hatin gotûbêjkirin.

Parve bike: