TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li konsulê giştî yê Almanyayê kir

Admin H
Nivîskar
📅 06 cotmeh 2026 15:40

PeyamaKurd - Îro Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî pêşwazî li konsulê giştî yê nû yê Almanyayê yê li Herêma Kurdistanê Christian Olfkê û şandeke pê re kir.

Di hevdîtinê de, Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya destbikarbûnê li konsolosê nû kir û hêviya serketinê di erka wî de xwest, her wiha amadebûna dezgehên Herêma Kurdistanê ji bo serxistina karên wî anî ziman.

Neçîrvan Barzanî spasiya piştevaniyên berdewam ên Almanyayê bi taybetî di warê şerê li dijî terorê û alîkariyên mirovî de kir.

Ji aliyê xwe ve, konsolosê giştî yê Almanyayê spasiya Serokê Herêmê kir û tekez li ser daxwaza welatê xwe ji bo xurtkirina peywendî û hevkariyên hevbeş kir.

Her wiha rola Neçîrvan Barzanî ya di warê peywendiyên herêmî û Iraqê de bilind nirxand û di dawiyê de pêşhatên dawî yên rewşa heremê hatin gotûbêjkirin.

Parve bike: