Nêçîrvan Barzanî peyama sersaxiyê ji bo Salih Muslim da
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser wefata serokê berê yên PYDê û siyasetmedarê Kurdê Rojava Salih Muslim peyamekî sersaxiyê belav kir. Nêçîrvan Barzanî di peyama sersaxiyê de weha got:
“Ji bo koça dawiyê ya tekoşer û siyasetvanê diyar ê Kurd, xwedêjêrazî Salih Muslim ku li Hewlêrê koça dawiyê kir, sersaxiyê li malbat, kesûkar û hevalên wî dikim û hevparê xema wan im.
Xwedêjêrazî Salih Muslim jiyê xwe di xebata siyasî de ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd derbas kir. Wek lîderekî diyar ê Kurd li Sûriyê, di qonaxên cuda yên tekoşînê de xwedî rolek berbiçav bû.
Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku canê wî bi rehm û dilovaniya xwe şa bike, hedar û aramiyê bide malbat û dostên wî.”
Salih Muslim di 11.03.2026an de li, bajarê Hewlêr a Herêma Kurdistanê li taxa Eynkawa li nexweşxaneyekî ji ber nexweşînê jiyana xwe ji dest da.
Bi îhtîmalekî mezin dê cenazeye wî neqlî Kurdistana Rojava bikin lê heya niha ji malbat û hevalên wî ti agahiyên fermî nehatine dayîn.