Nêçîrvan Barzanî serkeftin ji Emmanuel Mignot re xwest
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Yekşemê pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Emmanuel Mignot kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di hevdîtinê de, Serokê Herêma Kurdistanê digel pîrozbahiya destbikarbûna wî, hêviya serkeftinê di erkê wî de xwest û amadehiya tevahiya sazî û rêxistinên Herêma Kurdistanê bo serxistina karên wî dûpat kir. Herwiha spasî û rûmeta Herêma Kurdistanê bo dîroka peywendiyên dostane û piştevaniya berdewam a Fransayê bo gelê Kurdistanê destnîşan kir.
Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê kêfxweşiya xwe bi destbikarbûna li Herêma Kurdistanê anî ziman û tekezî li ser pêdagirî û xwesteka welatê xwe ya pêşvebirina peywendiyên dîrokî yên bi Herêma Kurdistanê re û berfirehkirina asta hevkariya hevbeş di warên cuda de kir.
Peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û rewşa giştî ya Iraq û navçeyê mijareke din a hevdîtinê bû.