TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbata Nezîfe Reşîd Beg re xwest

Admin H
Nivîskar
📅 04 îlon 2026 12:18

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo koça dawî ya Nezîfe Reşîd Beg Siyamensûrî peyamek belav kir û sersaxî ji malbat û kesûkarên wê re xwest.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê îro peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo koça dawiyê ya Nezîfe Reşîd Beg Siyamensûrî belav kir.

Bo koça dawiyê ya Xwedêjêrazî xatûn Nezîfe Reşîd Beg Siyamensûrî, hevjîna şehîd Mela Ezîz Siyamensûrî, ez sersaxiyê ji malbat û kesûkarên wan ên rêzdar re dixwazim, ez hevparê xema wan im.

Ez ji Xwedayê mezin dixwazim ku canê Xwedêjêrazî bi rehm û dilovaniya xwe şa bike û sebir û hedarê bide hemiyan.

Parve bike: