Nêçîrvan Barzanî sibê seredana Bexdayê dike
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvcan Barzanî sibê an ku roja Duşemê (04.05.2026) diçe Bexdayê û wê bi partiyên pêkhateyên Çaçrova Koordînasyonê (Hevkariya Şî’a) re bicive.
Mijareka civînê ew e ku ji bo avakirina hukumeta nû ya federal wê dan û sitendina bike. Ji ber duhî namzedê serokwezîrtiya Iraqê Ali Falih Zaidi seredana Kurdistanê kiribû, wê li ser encamên seredana wî ya Kurdistanê biaxifin.
Gelek mijar hene ku Barzanî li Bexdayê bi Ereban re biaxife lê herkesê dibe desthilat, nema li peyman û destûrê dinêre û di berjewendiyên xwe de tevdigerin.
Lê seredana Nêçîrvan Barzanî ji her terefî de girînge ku Bexda karibe hukumeta xwe ava bike. Heya hukumeta Bexdayê ava bibe, Barzanî belkî karibe hinek xalên destûrê ku heya niha nehatine bicîhanîn, bi wan bide qebûl kirin.