Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Tirk rêkeftina Singalê gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 18ê Nîsanê li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê Fatih Yildiz kir ku erka wî bidawî dibe.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandin di civînê de, Nêçîrvan Barzanî spasî û destxweşî li Balyozê Tirkiyê kir ji bo erk û xizmeta wî li Iraqê û hewlên ji bo pêşxistina peywendiyên welatê xwe li gel Iraq û Herêma Kurdistanê.
Balyozê Tirkiyê li gel spasî û pêzanînên xwe bo wê hevkarî û hemahengiya di heyama erkê wî de li gel aliyên peywendîdar ên Iraqê hatiye pêşkêşkirin, hêviya xwe derbirî ku peywendiyên Tirkiyê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê li ser bingeha “rêz, berjewendiyên hevbeş û cîrantiya baş di her warî de” pêş ve biçin.
Di hevdîtinê de rewşa herêmê bi giştî, rêkeftina Şingalê ya di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî ya Iraqê de û çend pirsên din ên cihê girîngiya hevbeş bo herdu aliyan, hatin gotûbêjkirin.
Herwiha di civînê de Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê li Hewlêrê Hakan Karaçay jî amade bû û Serokê Herêma Kurdistanê di erkê wî yê nû de serkeftin ji Fatîh Yildiz re xwest.