TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî û Sah Abdullah civiyan: Em dixwazin pêwendiyan bihêztir bikin

Admin H
Nivîskar
📅 23 hezîran 2021 19:36

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di serdana xwe ya fermî ya bo Urdinê de li paytext Ammanê ji aliyê Şahê Şahnişîna Urdinê Şah Ebdullahê Duyem hat pêşwazîkirin.

Piştî zêdetirî sê salan Nêçîrvan Barzanî li Urdinê bi germî hat pêşwazîkirin ku herdu alî girîngiyeke mezin didin pêşxistina pêwendiyan.

Nêçîrvan Barzanî li ser serdana xwe ya Urdinê li ser medya civakî peyamek belav kir û tê de bal kişand ser pêwendiyên bihêz ên Kurdistan û Urdinê.

Nêçîrvan Barzanî got: “Bi hevdîtina îro ya ligel Rêzdar Şah Abdullah gelekî kêfxweş bûm ku me pêwendiyên Iraq, Herêma Kurdistanê û Urdinê, zehmetiyên herêmî, hevkariya aborî û mijarên din gotûbêj kir. Em gelekî girîngiyê didin pêwendiyên xwe yên ligel Urdinê û dixwazin wan bihêztir bikin.”

Parve bike: