TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî û Serokê Îmaratê rewşa herêmê gotûbêj kirin

Admin H
Nivîskar
📅 06 adar 2026 18:32

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 6ê Adarê roja Înê pêwendiyeke telefonî bi Serokê Dewleta Îmarata Erebî ya Yekbûyî, Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan pêk anî.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di pêwendiyê de, her du aliyan geşedanên dawî yên herêmê û encamên metirsîdar ên şer gotûbêj kirin.

Barzanî û Şêx Mihemed nîgeraniya xwe ya kûr li hemberî gurbûna şer anîn ziman û tekezî li ser girîngiya xebatên dîplomatîk kirin da ku aramî û îstîqrara herêmê biparêzin.

Di beşeke din a pêwendiyê de, têkiliyên dualî yên di navbera Îmarat, Iraq û Herêma Kurdistanê de hatin nirxandin. Her du aliyan daxwaza xwe ya ji bo bihêzkirina hevkariya di warên cihêreng de û kûrkirina peywendiyên dîrokî nû kirin.

Nêçîrvan Barzanî ji bo alîkarî û piştgiriya berdewam a Îmaratê spasiya Şêx Mihemed kir û hêviya pêşketin û aramiye kir.

Parve bike: