TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê îro li Hewlêrê dicivin

Admin L
Nivîskar
📅 09 hezîran 2021 14:03

PeyamaKurd Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê îro li Hewlêrê dicivin û rewşa Iraq û navçeyê gotûbêj dikin.

Li gor zanyariyan, biryar e îro di saet 10:00an de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab li Hewlêrê bicivin û pêwendiyên di navbera Kurdistan û Brîtanyayê de û rewşa Iraq û navçeyê gotûbêj bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab, do bi serdaneke fermi gihîşt Bexdayê û bi Serokomar, Serokwezîr, Serokê Parlamentoyê û Wezîrê Karên Derve yê Iraqê re civiyabû.

Dominic Raab di civînê de xwe de tekezî li ser piştevaniya welatê xwe ji bo aramî û ewlehiya Iraqê kir, herwiha daxwaza welatê xwe ya ji bo xurtkirina hevahengî û hevkarîyê di warên aborî, kulturê, piştevanîya weberhênanê û geşkirina derfetên pêşkeftinê ji Iraqê re da xuyakirin.

Parve bike: