TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzani Yekîtiya Zanayên Olî pîroz kir

Admin H
Nivîskar
📅 21 îlon 2026 11:00

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 56emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Olî yên Îslamî yên Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê weşand.

Barzanî di peyama xwe de hemû mamoste û zanayên olî yên li Herêma Kurdistanê, her wiha rêveberî û endamên Desteya Rêveber a Yekîtiyê pîroz kirin û serkeftin ji wan re xwest.

Barzanî destnîşan kir ku rola zanayên olî di parastina nirxên mirovî û neteweyî de her tim wekî stûnekî bingehîn bûye û wan di belavkirina çanda bêalî, lêborînê û pêkvejiya aştiyane de kedeke mezin daye.

Di daxuyaniyê de her wiha hat tekezkirin ku Kurdistan dê her dem wekî "dergûşa bihevra jiyanê" bimîne û rêz li bîranîna şehîdên azadiyê û zanayên ku di vê oxirê de canê xwe feda kirine hate girtin.

Parve bike: