TR KU SO
FB X
Kurdistan

Neçîrvan û Mesrur Barzanî ji bo “Roja Serfiraziyê” pîrozbahî li Putîn kirin

📅 09 gulan 2020 19:17

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta 75emîn salvegera bidawîhatina Şerê Duyemî ê Cîhanî, pîrozbahî li Serokê  Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn kir. Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî îro 9 ê gulanê bi sedema salvegera “Roja Serkeftina Rûsyayê” peyamekî belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser hesabê xwe yê medya civakî peyameke weşand û ragihand, ji ber rêkarên taybet bi rêgirtina li belavbûna vîrusa koronayê, ew nikarin di çalakiyên taybet bo rêzgirtina li qurbaniyan, wan “zilam û jinên wêrek beşdar bin ku di anîna aştiyê bo Ewropa û cîhanê de hevkar bûn, lêbelê îro bîra me li gel wan e.”

Nêçîrvan Barzanî di 2008an de beşdarî pîrozbahiyan bûbû

Sala 2008an li ser daxwaza Vladimir Pûtîn, Nêçîrvan Barzanî ku wê demê Serokwezîrê Kurdistanê bû, di 73emîn ahenga salane ya ji bo bîranîna serkeftina di Cenga Mezin a Niştimanî (Şerê Duyemîn ê Cîhanî) de beşdar bû.

Hêjayî gotinê ye ku merasîmeke salane li Rûsyayê tê birêvebirin û rojeke taybet e bi xweradestkirina artêşa Naziyan di sala 1945an. Artêşa Naziyan 8ê Gulana 1945an xwe radest kir. Moskowê jî roja 9ê Gulanê serkeftina bi ser artêşa Naziyan de ragihand. Ji sala 1945an ve, roja 9ê Gulanê weke ‘Roja Serkeftinê” tê pîrozkirin. Salene di vê rojê de merasîm tên sazkirin û Rûsya nimayîşa serbazî encam dide.

Barzanî bi wê munasebetê, di ser hesabê xwe yê medya civakî de peyamekî belav kir û weha got:

“Ez îro wan jin û zilamên ku qirnekî (sedsalekî) guhertine, bibîrtînim. Dê fîdakariya wan û têgihîştina lêgerîna bo têkoşîna hevpar ya neteweyan, qet nê jibîrkirin.”

Di şerê dagirkeriya Almanya Naziyan de, temamê neteweyên di nava Yekîtiya Sowyeta berê de, bi yekdengî şerê Almanan kiribûn ku Kurd jî gelek qurbaniyan di wî şerî de dabûn. 

Parve bike: