Kurdistan
Necmedîn Kerîm: Xweragiya Kerkûkiyan plana dijminan têkbir
PeyamaKurd - Parêzgarê rewa yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm bi helkefta cejna Newrozê daxuyaniyek belav kir û tê da ragihand, xweragiriya xelkê Kerkûkê plana dijminan têkşikand.
Necmedîn Kerîm bi helkefta Newrozê daxuyaniyek belav kir tê da sersala nû ya kurdan û salvegera rizgarkirina bajarê Kerkûkê ya di serhildana 1991ê da li xelkê wî bajarî pîroz kir.
Kerîm di daxuyaniya xwe da got ku, rewşa ewlehîya Kerkûkê xirab e lê xweragirîya xelkê bajarê Kerkûkê berdewam e û ew dikarin plana dijminan têkbişkînin.
Herwiha parêzgarê Kerkûkê Kerîmî tekezî li ser xizmetkirina bakarê Kerkûkê kir got ku, ew kar bikin da ku, rewşa neasayî ya bajarê Kerkûkê bidawî bînin.