Kurdistan
Neteweyên Yekbûyî bi mijara Rojava dicive
PeyamaKurd - Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bi mijara êrîşa Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê (Bakur-Rojhilatê Sûriyê) bi awayekî lezgîn dicive.
Hat ragihandin ku 5 welatên Ewropayê Brîtanya, Fransa, Belçîka, Almanya, Polonya û Kûwetê daxwaz ji Konseya Ewlekariyê kirin ku bilez li ser mijara êrîşên Tirkiyê yên bi ser Rojavayê Kurdistanê de bicive.
Hat zanîn ku dê civîn sibe Pêncşemê bê lidarxistin û dîplomatkarên welatan tê de mijara êrîşa Tirkiyê gotûbêj bikin.
Tê çaverêkirin piştî civîna sibe daxuyaniyek ji KENYê derkeve.