TR KU SO
FB X
Kurdistan

Newroz li Stenbolê tê pîrozkirin

Admin L
Nivîskar
📅 20 adar 2021 20:00

PeyamaKurd – Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê, ahenga Newrozê ji saet 11.00an ve birêve diçe.

Newroza Stenbolê, li qada Yenîkapi di saet 11.00an de destpê kir. Di çarçova rêkarên taybet bi Koronayê xelk beşdarî ahenga Newrozê dibin.

Li gor zanyariyan, xelk bi cil û bergên netewî cihê xwe di ahengê de girtine û Newrozê pîroz dikin. Herwiha hêzên ewlehiyê jî li derdora qada ahenga Newrozê tedbîrên tund ên ewlehiyê girtine.

Li bajarê Stenbolê ku nêzikî 16 milyon kes lê dijîn, zêdetirî 5 milyon Kurd lê niştecih in û ji ber vê yekê Newrozên Stenbolê bi beşdariyeke zêde ya xelkê û coşeke mezin tên pîrozkirin.

Parve bike: