Kurdistan
Newroza îsal ji ber koronayê li Hewlêrê bi awayekî sembolîk tê pîrozkirin
PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand ku ji ber nexweşiya vîrusa koronayê ew dê roja Newrozê tenê merasîmeke sembolîk pêk bînin.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw got, li gorî biryara komîteya bilind a rûbirûbûna Koronayê, îsal roja Newrozê civîn û kombûn nayên kirin.
Umêd Xoşnaw herwiha da zanîn ku ewê merasîmeke sembolîk pêk bînin û agirê Newrozê vêxin û çend mêvanan jî vexwînin lê ti civîn û kombûnek çênabe.
Hêjayê bibîrxistinê de, bi taybet du hefteyên dawî hejmara pêketî û mirinên ji koronayê li Herêma Kurdistanê dîsa zêde bûne û Wezareta Tenduristiyê ji welatiyan dixwaze bêhtir pabendî tedbîrên xweparêziyê bibin.
Hikûmeta Kurdistanê ragihandiye ku kî maskê bikar neyîne dê bi 20 hezar dînaran were sizadan.