Kurdistan
Nexwesxaneya Pêsmerge dest bi kar kir
PeyamaKurd – Nexweşxaneya Pêşmerge ku bi piştgiriya Almanyayê hat vekirin, dê birîndarên Pêşmerge bi beramber tedawî bike.
Di vekirina nexweşxaneyê de rayedarên leşkerî û sayî yên Kurdistan û Almanyayê beşdarî kirin.
Hat ragihandin ku dê nexweşxane meha Nîsanê bi tevahî bê çalak kirin û xizmetê bide ku dê mûçeyên karmendên nexweşxanê ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Kurdistanê ve were dabînkirin.
Wezîrê Navxweyî yê Eyaleta Mecklenburg-Vorpommern ya Almanyayê Lorenz Caffier di vekirina nexweşxanê de got ku vekirina vê nexweşxanê piştriyeke Almanyayê ye bo Herêma Kurdistanê û diyar kir, “Ev serdana min a ewil a Kurdistanê ye. Bi hatina vê derê pir kêfxweş im. Dê piştgiriya me ya bo Pêşmerge di warên cuda de berdewam bike.”