TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nirxê fitre, zekat û fîdyê ji bo kesên li Herêma Kurdistanê hat diyarkirin

Admin H
Nivîskar
📅 13 nîsan 2021 19:07

PeyamaKurd - Encumena Bilind ya Fetwayê li Herêma Kurdistanê nirxa serfitre, fîdye û zekata îsal destnîşan kir.

Encumena Bilind ya Fetwayê ya bi ser Yekîtiya Zanayên Ayîna Îslamî ya Kurdistanê ve, ji bo îsal 2021ê nirxê serfitre, fîdye û zekatê destnîşan kir.

Li gorî fetwaya hatiye dayîn; her kesê ku 7 milyon dînar perê wan hebe, divê zekatê bidin û zekata wê jî %2.5 e.

Herwiha ji bo fitreya îsal jî 3 hezar dînar û fîdye jî 3 hezar dînar hatiye diyarkirin.

Parve bike: