TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nistimanperwerê Kurd ê Qefqasya Yura Samîl Nebiyêv koça dawî kir

Admin H
Nivîskar
📅 06 tîrmeh 2021 19:25

PeyamaKurd - Serokê Rêxistina Hevkarî û Piştevaniya Gelê Kurd li Rûsyayê û Rêveberê Malpera Riya Teze Yûra Şamîl Nebiyêv îro 6ê Tîrmeha 2021ê di temenê 68 saliyê de li nexweşxaneyke Moskowê koça dawî kir.

Yurî Şamil Nebiyêv 16/10/1953 li Teblîs a Paytexta Gurcistanê ji dayik bûye û piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, berê xwe daye Moskowê.

Yurî Nebiyêv çalakvanekî Kurd ê Sovyeta berê bû û xizmeta doza rewa ya gelê xwe dikir. Yurî Nebiyen îro li nexweşxaneyeke Moskowê ji ber nexweşiyê koça dawî kir.

 

Parve bike: