TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nivîskar û wergêra Kurd Fexriya Adsay hat desteserkirin

Admin L
Nivîskar
📅 01 mijdar 2020 01:30

PeyamaKurd – Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Balikesîrê, nivîskar û wergêra Kurd Fexriya Adsay, îro roja Şemiyê di 31.10.2020an de, li mala xwe ya Diyarbekirê hat desteserkirin.

Îro roja Şemiyê di 31.10.2020an de, nivîskar û wergêra Kurd Fexriya Adsay, li mala xwe ya Diyarbekirê hat desteserkirin. Li gor parêzerê wê, ji lêpirsîneke Serdozgeriya Balikesîrê hatiye desteserkirin û wê bo îfadedayînê bo Balikesirê were veguhestin.

Herwiha Îbrahim  Guçlu diyar kir, heta niha ew nizanin bê ji ber kîjan tohmetan lêpirsîn di derbarê Fexriya Adsay de hatine vekirin û ew ê bo azadkirina Fexriya Adsayê her rêya yasayî bigirine ber.

 

Parve bike: