Nûnera NY: “Hewldanên serokê Herêma Kurdistanê bo astiyê girîngin”
PeyamaKurd - Nûnera taybet ya bo Iraqê ya Neteweyên Yekgirtî Jeanine Hennis-Plasschaert ragihand ku hewldanên serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yên bo aştiyê gelek girîngin.
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî îro bi civîneka taybet ya li ser Iraqê bi online kir. Nînera NY ya taybet Jeanine Hennis-Plasschaert di civînê de axifî û got ku divê civaka navdewletî destekê bide Iraqê.
Nûner ragihand ku pêdiviya Iraqê bi reforman heye û di nav xwe de jî xwediyê pirsgirêkaye. Plasschaert, her weha behsa pêwendiyên Hewlêrê û Bexdayê jî kir û weha got:
“Divê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê baştirbin. Herêma Kurdistanê û Bexda li ser budçeyê lihev kirin lê hêjî peymana hat îmzekirin neketiye rê. Em ê destekê bidin hilbijartina plankirî û bo her teref hilbijartinê bê pirsgirêk derbas bike, divê herkes bi berpirsiyarî tevbigere.”
Nûnera NY ragihand ku hewlên serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dide, bo aştiyê gelek girîngin. Divê Iraq û Herêma Kurdistanê rêz li azadiya fikra ramanî bigrin. Plasschaert, behsa peymana Şengalê û mijara Kerkûkê jî kir û weha got:
“Peymana Şengalê di navbera Hewlêrê û Bexdayê de hat îmzekirin lê nehat tetbîqkirin. Pêdivî bi îmara Şengalê heye û pêdiviya Şengalê bi jiyaneka bi hûzûr heye. Bo lihevkirinekî li Kerkûkê hewlên me dewam dikin.”