TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nûnerên Parêzgeha Nînowa ji Serok Barzanî alîkarî xwestin

Admin H
Nivîskar
📅 22 rêbendan 2020 20:45

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, pêşwazî li hejmarek nûnerên Parêzgeha Nînowa yên li Encûmena Nûnerên Iraqê kir.

Di hevdîtina ku Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê Dr. Beşîr Hedad jî amade bû de, rewşa bajarê Musilê û navçeyên cûda cûda yên Parêzgeha Nînowa û jiyan û rewşa koçberan û karkirina ji bo vegerandina xelkê navçeyên azadkirî guftûgo kirin.

Şanda mêhvan Serok Barzanî ji kêşe û girift û daxwaziyên pêkhatan agahdar kir û ragihand ku nîştecihên Parêzgeha Nînowa çavê wan li wê yekê ye ku Serok Barzanî hewla çareserkirina kêşeyên wan bide.

Di hevdîtinê de, qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê dijî terorîstên DAIŞê de bilind hat nirxandin û tekezî li ser kûrtirkirina bingehên pêkvejiyana pêkhateyên olî û neteweyî yên Parêzgeha Nînowayê hat kirin.

Parve bike: