TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nûrî Birîmo: Divê gelê Kurd ji PKKê re bibêje "bes e"

Admin L
Nivîskar
📅 10 berfanbar 2020 15:35

PeyamaKurd Li ser xwepêşandanên li çend deverên Herêma Kurdistanê ku êrîşkaran baregehên partiyên siyasî şewitandin û êrîşî Pêşmerge û berpirsan kirin, Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê–Sûriye (PDK-S) Nûrî Birîmo axivî û da zanîn: “Xelkê başûrê Iraqê jî di nav de hene, Heşda Şeibî jî hene, PKK jî hene. Ev hemû ji bo têkdana rewşê ye, ji bo fişarek çêbibe.”

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê–Sûriye (PDK-S) Nûrî Birîmo diyar kir: “Xelkê başûrê Iraqê jî di nav de hene, Heşda Şeibî jî hene, PKK jî hene. Ev hemû ji bo têkdana rewşê ye, ji bo fişarek çêbibe.”

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Nûrî Birîmo K24ê re li ser xwepêşandanên têkderane yên li Herêma Kurdistanê û rola PKKê di bûyeran de diyar kir û got: “Mixabin PKK ne jî îro de destêwerdanê di beşên din ên Kurdistanê de dike. PKK hat damezrandin li ser xebata Bakurê Kurdistanê, lê çû Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê, ew destêwerdan, ew têkdan û çû kîjan beşî, li dijî tevgera siyasî yên li wî beşî kir.”

Birîmo destnîşan kir: “Destên derekî tê de ne, ew destên derekî jî welatên herêmî ne, ji berjewendiya wan e têkdana rewşa Kurd û Kurdistanê.”

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê da zanîn: “Roj bi roj rola PKKê zelal dibe, ku destekek ji destekên dewletê herêmî, dagirkerên Kurdistanê. Aniha îro mebest çi ye, têkdana rewşa Herêma Kurdistanê.”

Nûrî Birîmo diyar kir: “Tiştên ku li Silêmaniyê dibin, li qezayên Silêmaniyê dibin, birastî ne ku Kek Mesrûr tenê wisa got, xelkekî din jî di nav YNKê de, endamên serkirdetiya YNKê, me temaşe kir di wêneyên xwepêşandanan de cilûbergên rojavayê Kurdistanê li hinekan bûn.”

Herwiha Birîmo diyar kir: “Ne tenê xelkê Rojavayê Kurdistanê, xelkê Başûrê Iraqê jî di nav de hene, Heşda Şeibî jî hene, PKK jî hene. Ev hemû ji bo têkdana rewşê ye, ji bo fişarek çêbibe.”

Nûrî Birîmo dibêje, divê gelê Kurd ji PKKê re bibêje "bes e" û got: “Li Şengalê rêkeftineke Bexda û Hewlêrê çêbûye û Neteweyên Yekbûyî li ser xetê ye, Amerîka li ser xetê ye, li devera Şehba penaberên me xelkê Efrînê cih û warê xwe hiştine hatine bin çadiran, xwepêşandanan dikin û dibêjin 'em li dijî rêkeftina Bexda û Hewlêrê ne.”

Parve bike: