TR KU SO
FB X
Kurdistan

NY: Talîbanê 72 kes bê darizandin înfaz kirine

Admin H
Nivîskar
📅 14 berfanbar 2021 22:01

PeyamaKurd – Komiseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) fikarên xwe bo înfazên bê dadgehkirin ên rêveberiya Talîban a Afganistanê anî ziman û ragihand, 72 kes bê darizandin hatine înfaz kirin.

Cîgira Serokê Komîserê Bilind ê Komiseriya Mafên Mirovan a NY Nada en-Naşîf, li Konseya Mafên Mirovan a NY gotarek pêşkeş kir û tê bal kişand ser kiryarên rêveberiya Talîbanê.

Naşîf eşkere kir ku wan zanyarî bi dest xistine ku Talîbanê di navbera mehên Mijdar û Tebaxê de, zêdetirî 100 kesên rêveber û xebatkarên hikûmeta beriya wan a Afganistanê înfaz kirine ku ji wan 72 kes jî bêyî dadgehkirin hatine înfazkirin.

Naşîf herwiha diyar kir ku tevî ragihandina lêborîna giştî ya Talîbanê ji 15ê Tebaxê ve jî ew ji ber înfazên bê darizandin bi fikar in û got, ev yek bûye sedema tirseke mezin di nav welatiyan de.

Parve bike: