NYyê ji bo kampa 'Rojava' 4.3 milyon dolar terxan kir
PeyamaKurd - Nivîsgeha Karûbarên Mirovî ya Netewên Yekbûyî (NY) ragihand ku wan 4.3 milyon dolar ji bo pêşkêşkirina alîkariyan ji kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê re terxan kiriye.
Nivîsgeha Karûbarên Mirovî diyar kir, ev birê pereyan ji bo dabînkirina hemû pêdiviyên kampê ji kon, pêwîstiyên jiyanê û xizmeguzariyên tenduristî re ne
Kordînatora NY ya ji bo Karûbarên Mirovî Corinne Fleischer da zanîn, ev pere dê bikare dimildest alîkariyan ji bo deh hezaran rûniştvanên kampê peyda bike, bi taybet ji jin û zarokan re. Herwiha dê 42 rêxistinên din bi pêşkêşkirina alîkariyan jî beşdar bin.
Di proseya kontrolkirina bajarokê Baxozê ji DAIŞê de, HSDê bi dirêjiya çend mehan bi hezaran sivîl û malbatên DAIŞê ji Baxozê derxistin û li kampa Holê bicih kirin, beşek mezin ji wan koçberan jî di rewşeke tunduristî ya xirab de gihîştibûn kampê.
Rêxistina Tenduristiyê ya Navdewletî di meha Sibatê de ragihandibû ku di 3 mehan de 73 kes li Kampa Holê canê xwe ji dest dane ku piraniya wan zarok bûne.