Kurdistan
Ocalan: Bûyerên li Rojavayê Kurdistanê provokasyon in
PeyamaKurd - Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê encamên hevdîtina xwe ya ku di 13ê Îlona 2026an de li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re pêk anîbû, ji raya giştî re ragihand.
Hate diyarkirin ku di hevdîtinê de pêvajoya çareseriyê, gavên yasayî û geşedanên herêmî hatine nirxandin.
Ocalan di nirxandina xwe de bal kişandiye ser wê yekê ku Pêvajo di qonaxeke girîng de ye û gotiye: "Armanca min aştî û siyasîbûn e. Aştî tê wateya danîna çekan, siyasîbûn jî tê wateya siyaseta demokratîk."
Ocalan her wiha bal kişand ser bûyerên li Rojavayê Kurdistanê û ew ligel geşedanên Rojhilata Navîn wekî provokasyon bi nav kirin û tekez kir ku divê pirsgirêk li ser esasê diyalogê werin çareserkirin da ku ev provokasyon vala bên derxistin.