TR KU SO
FB X
Kurdistan

Olaf Sholz pêswazî li Nêçîrvan Barzanî kir

Admin H
Nivîskar
📅 26 hezîran 2023 22:11

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku bi serdaneke fermî li Almanyayê ye, piştî hejmarek hevdîtinên ligel payebilindên Alman ji aliyê Serkwezîrê Almanya Olaf Sholz ve hate pêşwazîkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro li Berlînê çend hevdîtin bi berpirsên bilind ên Almanyayê re pêk anîn.

Hate ragihandin ku civîna Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz piştî nîvro destpê kir. Biryar e hejmarek mijarên têkildarî herdu aliyan û bihêzkirina pêwendiyan di gelek waran de di civînê de were gotûbêjkirin.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab beriya civînê ji medya Kurdistanê re li ser vê serdana girîng ragihand ku Nêçîrvan Barzanî nûnertiya gelê Kurdistanê li navendên navdewletî dike û dixwaze pêgeha Herêma Kurdistanê bihêzir bike.

Şehab got: “Ev serdan nîşan dide ku pêgeha Herêma Kurdistanê pir girîng e. Ev pêşwaziya ku li ser asta bilind ji Serokê Herêma Kurdistanê hate kirin, giringiya rola Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî nîşan dide."

Parve bike: