Omlîk: Divê di hemû waran de reform li Herêma Kurdistanê bên kirin
PeyamaKurd – Endama Parlementoya Kurdistanê Robîna Omlîk a Mesîhî diyar dike, divê hemû alî piştevaniya Hikûmetê bikin, bo reforman û divê reform di hemû waran de jî bê kirin.
Li gor Robîna Omlîk ku endama firaksyona Hevpeymaniya Yekîtiya Netewî ye jî, reform û çaksaziyên di mûçeyan de gaveka bi hêz e bo dabînkirina mûçeyên karmendên rasteqîn.
Herwiha Robîna Omlîk da zanîn, birrîna mûçeyê kesên bi rengekî ne qanûnî mûçe werdigirtin, gelekî pêwîst bû. Ji ber ku wê yekê ziyanek mezin li mûçexoran dida.
Parlementera Kurdistanê bang li hemû aliyan dike, ji bo piştevaniya Hikûmetê bikin bo reforman û da zanîn, divê di hemû waran de reform bên kirin.
Robîna Omlîk behsa daxuyaniya şanda Hikûmetê ya ku çûbû Bexdayê jî kir û destnîşan kir, di daxuyaniya şanda Hikûmetê de derket holê ku gefek mezin li