Kurdistan
Operasyona DAISê li Kerkûkê!
PeyamaKurd – Di operasyona hêzên ewlehiyê yên Iraqê li başûrê Kerkûkê de 3 endamên DAIŞê hatin berterefkirin.
Alîkarê Fermandarê Operasyonên Kerkûkê Nebîl Îsa di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir ku îstixbarat bi dest wan hatiye ku çeteyên DAIŞê plan dikin ku pêşî li gundê Turkalanê û piştre jî derbasî navenda bajêr bibin.
Nebîl Îsa eşkere kir, li derdora gundê Turkalanê operasyonek li dar xistine û di encamê de 3 terorîst hatine kuştin û leşkerek jî hatiye kuştin.
Îsa got: “Terorîstan di roja cejnê de li Kerkûkê plana êrîşeke bi xwîn dikirin.
Fermandarê Iraqî diyar kir, wê operasyonên wan hem li navenda bajêr hem jî li bejahiyê berdewam bikin.