Kurdistan
Osman Ocalan îro ji ber nexwesiya Koronayê koça dawî kir
PeyamaKurd – Birayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Osman Ocalan ji ber Koronayê îro li nexweşxaneyeke Hewlêrê koça dawî kir.
Li gor zanyariyan, Osman Ocalan heyamek e li nexweşxaneyeke Hewlêrê hatibû razandin û çareserî werdigirt, sibeha îro, 15/11/2021, di saet 04.30yan de koça dawî kir.
Birayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Osman Ocalan, li nexweşxaneyê di bin çavdêriya pizîşkî ya hûr de bû û îro ji ber nexweşiya Koronayê koça dawî kir.
Osman Ocalan, sala 1958an li gundê Amara yê ser bi Xelfetiya Rihaya Bakurê Kurdistanê ve jidayik bibû.