Otobusa Hewlêr-Stenbolê qulibî: 44 kes birîndar bûn
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro danê sibehê otobuseke rêwiyan a fîrmeya Best Vanê ku ji Stenbolê ber bi Herêma Kurdistanê ve diçû li ser otobana Nigde-Enqereyê li devera Babakonagiyê ji rê derket û qulibî.
Di encama qezayê de, 3 jê karmendên otobusê û 41 jê rêwî bi giştî 44 kes birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê û hewarçûnê gihîştin cihê bûyerê û birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Aksarayê û navendên bijîşkî yên li bajarên derdorê.
Parêzgariya Aksarayê ragihand ku otobus ji ber jidestdana kontrola dîreksiyonê ji aliyê şofêr ve wergeriyaye.
Li gorî zanyariyên ku çavkaniyan di nav otobusê de 10 rêwiyên ji welatê Iraqê jî hebûn û ew bi sivikî birîndar bûne.
Hate diyarkirin ku destnîşan kirin ku dermankirina birîndaran li nexweşxaneyan berdewam dike û ji bo tespîtkirina hemû hûrgiliyên qezayê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve lêkolîneke berfireh û hatiye destpêkirin.