TR KU SO
FB X
Kurdistan

Otobuseke gestiyarên Duhokê û kamyonekê li hev dan: 15 kes birîndar bûn

Admin L
Nivîskar
📅 01 adar 2022 18:00

PeyamaKurd Li bajarê Mersîn ê Tirkiyê, otobuseke geştiyarên Duhokê û kamyonekê li hev dan û di encamê de, 15 geştiyarên Herêma Kurdistanê birîndar bûn.

Otobuseke veguhestina geştyaran a ji bajarê Duhok a Herêma Kurdistanê ve diçû bajarê Mersîn a Tirkiyê û kamyoneke barhelgir îro li hev dan. Bûyer di navbera bajarê Bîrecîk û Pirsûs ên ser bi parêzgeha Riha ya bakurê Kurdistanê pêk hat.

Herwiha hat eşkerekirin, ji ber vê bûyerê 15 geştiyarên Herêma Kurdistanê birîndar bûne û rewşa tenduristiya yek ji birîndaran jî giran e.

Zanyarî destnîşan dikin, ji ber ajokarê otobûsa ku ji Duhokê ber bi Mersînê ve birêketibû xewa wî hatiye bûyer pêk hatiye û hat ragihandin birîndar rakirine nexwaşxaneyan.

Parve bike: