Kurdistan
Otomobîl ji kontrola ajotvan derket û derbasî rexê dinê bû
PeyamaKurd – Li ser rêya navçeya Bismilê û bajarê Batmanê, ajotvanê ku kontrola otomobîla wî ji dest derket, derbasî şerîda dinê bû û bi otomobîlekî re lihev ketin. Di qezayê de 5 kes birîndar bûn. Tîmên lezgîn yên tenduristiyê û polîs çûn ciyê bûyerê.
Piştî dermankirina ewilî birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxaneyan. Li serq ezayê lêpirsîn hat destpêkirin. Nehat zanîn bê di qezayê de kî birîndar bûne.