Kurdistan
Otomobîl ji pare li kamyonê xist: 11 birîndar
PeyamaKurd- Li bajarê Bedlîsê li navçeya Tetwanê otomobîla ku 11 kes tê de bûn, li kamyona ku li pêşiya wan diçû xist û piraniya wan zarok 11 kes birîndar bûn. Qeza li ber ketina nava Tetwanê çêbû.
Kesên di qezayê de birîndar bûn; Mustafa, Aynur û Dilan Erdoğan, Muhammed, Umut, Özlem, Gülnaz, Ali û Nisanur Örnek, Birgül Ceylan, Muhittin Ceylan bi ambûlansan birin nexweşxaneya dewletê ya Tetwanê û nexweşxaneya taybet ya bi navê Can’ê.
Rêya ku ji ber qezayê hatibû girtin, piştî erebeyan ji nava rê derxistin hat vekirin. Lêpirsîna di derbarê qezayê de dewam dike.