TR KU SO
FB X
Kurdistan

Otomobîl ji ser rê gêrî jêr bû: 2 lesker mirin

Admin M
Nivîskar
📅 23 tîrmeh 2021 00:35

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navçeya Şemrexê li ser rêya Mêrdîn û Diyarbekirê otomobîlekî ji kontrola ajotvanê xwe derket û gêrî jêrê bû. 2 leşkerên di otomobîlê de bûn jiyana xwe ji dest dan.

Kesên li der û dorê bûyerê bûn, xeberê dan ciyên pêwendîdar. Tîmên tenduristiyê yên lezgîn yên 112 ê, yên cendirmeyan û îtfaiyê çûn ciyê bûyerê.

Hat ragihandin ku her dû leşker li ciyê qezayê jiyana xwe ji dest dane.

Parve bike: