TR KU SO
FB X
Kurdistan

Otomobîl li motorsîkletê da: 1 kustî û 1 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 16 berfanbar 2020 05:18

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Semsûrê (Adıyaman) ber destê êvarê otomobîlekî li motorsîletekî xist û du kesên li ser motorsîkletê bûn ji ser motorê pekiyan dora rê. Kesê bi navê Ömer Racî yê 30 salî ku hemwelatiyê Sûriyê ye di cîh de mir û hevalê wî yê bi navê Muhammed Tit ê 24 salî birîndar bû.

Li ser qezayê xelkê bûyerê dîtin telefonê tîmên tenduristiyê û polîsan kirin. Tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê, cenaze û yê birîndar birin nexweşxaneya Semsûrê ya Perwerdê û Lêkolînê. Cenazê Ömer Racî wê otopsiya wê bêkirin.

Ajotvanê otomobîlê Hakan Yücel Kömür hat binçavkirin û lêpirsîna qezayê dewam dike.

Parve bike: