Kurdistan
Otomobîla di rêya xwe de diçû kevir bi ser de ket: kesekî mir û 2 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Dêrsimê li ser rêya Pulumir-Ezirganê, di km ya 40an de, li devera Zaxgeyê, otomobîla ku Onur T. dajot kevirekî mezin bi ser de ket.
Kevir, ji jor de ket ser erebê û bû sedema birîndarbûna jin a ku li kêleka ajotvan rûdinişt û kesê li paş rûdinişt yê bi navê Arda K (20).
Hemwelatiyên ku qezayê dîtin, xeberê dan 112an û tîmên cendirmeyan. Jina li kêleka ajotvan ku navê wê nehat zanîn li ciyê bûyerê can da. Ajotvan û birîndarê dinê bi ambûlansê birin nexweşxana dewletê ya Dêrsimê.
Hat ragihandin ku rewşa ajotvan başe lê ya Arda K. (20) jiyana wî di talûkê de ye.