TR KU SO
FB X
Kurdistan

Otomobîla kolberan qeza kir: 3 mirî, 3 birîndar

Admin H
Nivîskar
📅 24 cotmeh 2021 13:37

PeyamaKurd - Li devera Nodşe ya bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de 6 kolberên kurd bûn qurbanî.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragehand, doh danê êvarê li ser rêya navçeya Nodşe û bajarê Merîwanê otomobîlek ku tijî kolber bû wergeriya.

Hengawê daye xuyakirin, di wê rûdanê de 3 kolber mirin û 3 kolber jî birîndar bûn.

Kolberên ku jiyana xwe ji dest dane Hamî Ebdullahî, Cebar Esedî û Bextiyar Eywaze bûne ku rewşa yek ji kolberên birîndar jî ne baş e.

Parve bike: