TR KU SO
FB X
Kurdistan

Otomobîla xwe li dîrekê xist û can da

Admin M
Nivîskar
📅 11 tîrmeh 2021 04:15

PeyamaKurd – Li bajarê Dîlokê li taxa Karacaahmedê ajotvanê bi navê İbrahim Halil Polat (36) dema otomobîla xwe dajot, otomobîl ji kontrola wî derket û li dîreka kamerayan ya trafîkê xist. Bi qezayê re otomobîl bû dû cî û Polat di nav otomobîlê de asê ma.

Tîmên polîsan û yên teduristiyê çûn ciyê bûyerê û ajotvan Polat ji otomobîlê derxistin lê bi qezayê re can dabû. Piştî mirovên Polat çûn ciyê bûyerê cenazeyê wî bo otopsiyê birin Tib a Edlî ya Entabê (Dîlokê).

Parve bike: