TR KU SO
FB X
Kurdistan

Otomobîlek û ambulansek li hev qelibîn: 8 kes birîndar bûn

Admin L
Nivîskar
📅 17 sibat 2022 15:01

PeyamaKurd Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek û ambulansek li hev qelibîn û di encama bûyerê de, her du şofêr û 6 kesên di otombîl û ambulansê de birîndar bûn.

Li navenda Sêrtê, li Kolana Abdurrahman Kavak otombîla şofêrê wê Bayram Olgaç û ambulansa şofêrê wê Agit Şengul li hev dan û tevî wan, 8 kes birîndar bûn.

Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve şandin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.

Parve bike: