TR KU SO
FB X
Kurdistan

Papa Francis mirovahiyê li dijî tundiyê vexwend rojîgirtinê

PeyamaKurd
Edîtor
📅 05 sibat 2018 03:30

Papa Francis, hemû mirovên li ruyê dinyayê, ji bo protestokirina tundî û şerxwaziyê vexwend rojîgirtinê.

Papa Francis ku li Meydana Peterê ya Vatîkanê bangî mirovan kir, xwest ku roja 23ê Sibatê hemû mirovên li ruyê erdê tundî û şerxwaziyê bi rojek rojîgirtinê protesto bikin.Papa got:”Divê hemû mirovên li ruyê erdê di wicdana xwe de pirsyar bike bê ezê bikaribim li dijî tundiyê çi bikim.”

Sedema roja 23ê Sibatê ku Papayî hilbijartiye ew e ku di wê rojê de endamên dêra katolîk rojî digirin, xêra dikin û beriya Paskalyayê dikevin pehrîzê.

Parve bike: