TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parêzerê Meletiyê: Rojê 100 kes nexwes dikevin

Admin M
Nivîskar
📅 02 tebax 2020 00:30

PeyamaKurd- Parêzgerê Meletiyê Aydın Baruş ragihand ku di 4 rojên dawiyê de her roj 100 kesan zêde nexweş dikevin. Parêzger Baruş weha got:

“Ev 4 rojin ku jimara nexweşan, her roj di ser 100 kesî de ye. Bi tevahî jimara nexweşan derket ser 2 hezarî. Nexweşên me yên ku niha em taqîba wan dikin, li dora hezar kesî ne.”

Baruş, di mijara tedbîran de hişyariyê da milletê û got ku ji 15 ê adarê heya 1 ê temmûzê jimara nexweşan gelek kêm bû. Lê 4 roje ku nexweşîn zêde bûye û weha dewam kir:

“Bi tevahî jimara nexweşan ji 2 hezarî derbas kir. Li dora hezar nexweşan em taqîb dikin. Mixabin heya niha 44 nexweşên me wefat kirin. Li dora 6 hezar kesên me bi sedema temasê niha dorpêçkirîne. Hema li her kolanekî me de, kesekî heye ku testa wî posîtîv derketiye. Bi îhtîmaleka mezin wê rewş weha dewam bike.”

Li Meletiyê li kolanên qelebalix, xelk bi dronan tên taqîb kirin û kesên ku maske nedin ber devê xwe ji aliyê polis de tên cezakirin.

Parve bike: