Kurdistan
Parêzgarê Hewlêrê serdana malbata sehîdeke raperîna Hewlêrê kir
PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, di salvegera rizgarkirina Hewlêrê de, serdana malbata şehîdeke raperîna Hewlêrê kir û peyama serokê Hikûmetê gîhand malbatê.
Îro, 11 Adarê û 30yemîn salvegera raperîn û rizgarbûna bajarê Hewlêrê ye.
Di roja rizgarbûna Hewlêrê de, 11 Adara 1991, jineke Pêşmerge bi navê Xecê Bawe, di şer de şehîd bû.
Bi vê sedemê, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, îro serdana malbata wê şehîdê kir û silav û peyama Serokê Hikûmetê gîhand wan.