Parêzgarê nû yê Duhokê Dr. Elî Teter dest bi kar kir
PeyamaKurd - Parêzgarê Duhokê yê nû Dr. Elî Teter Nêrweyî îro Pêncşemê bi amadebûna Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed erka parêzgariyê ji parêzgerê berê Ferhat Etrûşî wergirt û dest bi kar kir.
Parêzgerê nû yê Duhokê Dr. Elî Teter dema dest bi kar kir got, “Bê cudahî û li gor zagonan ez dê kar bikim û daxwazê ji xelkê Duhokê dikim alîkar bin bi me re da ku em wek yek tîm û bi wijdaneke aram xizmeta xelkê xwe bikin. Ez piştrastim ew rêbaza em li ser perwerde bûne dê xebatê bikin di çarçoveya zagonan de kar bikim û dadperwerane û bê cudahî ez dê karê xwe birêve bibim. Ez spasiya rêveberiya PDKê dikim ew erk bi min spartin û dê li gor wê xizmetê bikim û bê cudahî dê kar encam bidim.”
Dr. Elî Teter destxweşî li parêzgerê berê Ferhad Emîn Etruşî kir û wiha axivî:
“Parêzgar xizmet bo Duhokê kiriye û em jî dê berdewama wê xizmetê bikin û wek tîmek li gel hemû saziyên Duhokê em dê kar bikin û spasiya hemûyan em dikin ku di her xizmetekî de zehmetî kêşabe. Di çarçoveya zagonê de emê bi hev re kar bikin û tişta em bikaribin emê bo parêzgeha Duhokê bikin.”