Kurdistan
Parêzgarekî nû li Nînowayê dihê wezîfedarkirin
PeyamaKurd- Fermandeyê operasyona Nînowayê, Necim Cibûrî ragihand ku serê hefteya bihê dê ji bo Nînewayê parêzagarekî nû bihê nîşandan.
Necîm Cibûrî got: “Desthilat û berpirsyarî dê bi wan kesan were dan ku ew kes dikarin xizmeta xelkê bikin û fermangehên dewletê birêve bibin. Em jî wek dezgeheka çavdêrî jî, çavdêrîya bizav û çalakî yên wî dê bikîn.”
Cibûrî herweha da zanîn ku, şaneya wan dê kar bo wê yekê bikin qerebûya zirar û zîyanên kesûkar ê qurbanîyên ferîbota noqavbî çemê Dîclê bûye jî bike.