Parêzgeha Amedê: “Di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 birîndar û 10 bin çavkirin hene”
PeyamaKurd – Parêzgeha Amedê ragihand ku di pîrozbahiyên serkeftina Amedsporê de ku derket super ligê, 11 kes birîndar bûne û di rûdanan de 10 kesan xistine bin çav.
Parêzgehê got ku birîndarî bi fişekên westandî, alavên birekî û bi fişekên hewayî çêbûne û talûka jiyana birîndaran nîne. Di daxwuyaniya parêzgehê de weha hat gotin:
“Di wexta pîrozbahiyê de bikaranîna çekan (fişekên westiyayî), birîndarkirina bi alavên birekî û di avêtina fişekên hewayî de 8 ji wan mezin, 3 heb jî zarok bi temamî 11 kes birîndar bûn. Talûka jiyana birîndaran nîne, dermankirina wan dewam dike û rewşa wan baş e.
Di xebatên asayîşê yên rûdanan de, hinek çek û alavên sûc ketine dest û bi rûdanan re têkildar 10 gumanbar di bin çav de ne.
Sitendina îfadên gumanbaran dewam dike û divê di pîrozbahiyên weha de, xelk bi hezir tevbigere, welatî xweşbîn û bi sebir bin.”