TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parêzgeha Hakkariyê 4 roj qedexe danî ser çalakiyan

Admin M
Nivîskar
📅 02 sibat 2024 02:37

PeyamaKurd – Parêzgeha Hakkariyê ragihand ku li seranserê bajarê Hakkariyê kirina çalakiyan ji bo 4 rojan qedexe kirine. Qedexe, ji 1ê Sibatê seet 00.01ê destpêdike û heya 4ê Sibatê seet 23.59an dewam dike.

Li gor biryara parêzgehê; meş, vekirina stendan, ragihandina çapemeniyê, vegirtina konan û çalakiyên weka wan hatine qedexekirin.

Eger çalakiyekî bêkirin jî divê îznê ji parêzgehê an ji hêzên asayîşê bistînin.

Parve bike: